Roja din, min li ser Instagramê gotinek parve kir:
Bi peyv peyv û bi hevok hevok, ziman çê dibe.
Ev gotina kurt, piştî parvekirinê jî di hişê min de berdewam kir. Çavê min li ser peyva “peyv“ê rawestiya. Gava ku min “pey” di nav wê de dît, deriyekî din li min vebû. Peyv gotin e. Pey jî şop e, li dû çûn e, şopandin e.
Girêdana di nav van her du peyvan de min bîra hesteke kevn anî: li şopa dayik û bavên xwe, pîr û kalên xwe meşîn.
Gava em li dayik û bav, pîr û kalên xwe difikirin, du mîratên mezin ji wan dimînin: peyvên wan û rêyên wan. Lê belkî ev ne du tiştên ji hev cuda ne. Peyvên wan şopên ku li dû xwe hiştine ne. Her peyveke wan rêyek nîşan dide ku were meşîn.
Bifikire. Kalkekî Kurd dibêje:
“Dar bi dar, daristan çê dibe.”
Hêza daristanê ne di dareke tenê de ye, lê di gelek daran de ye ku bi hev re mezin dibin.
Bavekî Tirk dibêje:
“Damlaya damlaya göl olur.”
Her dilopek, şopek e ku bi demê re dibe gol.
Dengek ji cîhana Ereban tê:
“رحلة الألف ميل تبدأ بخطوة واحدة“
Li mezinahiya rê mêze neke; gava yekem bavêje û şopek bihêle.
Zanayekî Çînî jî heman gotinê bi awayekî din dibêje:
“千里之行,始于足下“
Rêwîtiya herî mezin di gava herî biçûk de veşartî ye.
Û bavekî Fransîz dibêje:
“Petit à petit, l’oiseau fait son nid.“
Her çiqil, şopek e. Her tiştê biçûk ku tê zêdekirin, di dawiyê de tiştekî mezin ava dike.
Dayik û bavên me, pîr û kalên me axivîn û li dû xwe şop hiştin. Em niha li pey wan dimeşin. Lê di rastiyê de em hîn jî guh didin peyvên wan. Her şîret ku em guh didinê, bi her gavek ku em davêjin, dîsa zindî dibe.
Mîna hosteyekî pîr ku hunera xwe ji şagirtê xwe re dihêle. Hoste çûye, lê dengê wî di destên şagirt de hîn dijî. Ew deng di her kar, di her nazikî û di her hûrguliyê de xwe nîşan dide.
Dayik û bav, pîr û kal axivîn; em jî dimeşin. Wan got; em dişopînin.
Peyv bi peyv em ji wan hîn bûn. Hevok bi hevok em wan fêm kirin. Û niha gav bi gav em li pey wan dimeşin.
Çimkî peyv şop e. Şop rê ye. Û rê, mîrata gelê me ye.
Spas.